• Tuesday, 10 February 2026
logo

Devreyeke Perwerdehî Ya VIPê Li Hewlêrê Bi Dawî Hat

Devreyeke Perwerdehî Ya VIPê Li Hewlêrê Bi Dawî Hat
Evro li Hewlêrê bi amadebûna Fermandarê hêzên Pêşmerge yên Zirêvanî û Berpirsê ewlekariya Konsulusxaneya Amerîkayê dawî bi devreyeke perwerdehî ya VIP bo 25 komandoyên Kurdistanê hate anîn.

Merasima han bi xwendina sirûdên netewî yên Kurdistan, Amerîka û Îraqê û herwiha deqîqeyek rawestan bo Şehîdan destpê kir û pişt re Berpirsê tîma perwerdehiyê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya vê perwerdehiya han.

Di beşeke din ya vê merasima han de Berpirsê ewlekariya Konsulusxaneya Amerîkayê jî çendîn zaniyarî di derbarê girîngiya ev devreya han pêşkêş kir û naveroka vê devreya han ji Beşdarwanan re rave kir.
Top