Kurdistan Yekem Hinardeya Petorla Xaw Difroşe Bazarên Cîhanê
Ajansa Reuters, doh înê ji çavkaniyeke taybet kû navê wê belav nekiriye ragiyandiye kû, ew petrola kû ji Kêlgeha Teqteq ya ji aliyê Cênîl Enerjî ve tê birêvebirin, bi barên tankeran hatiye hinarede kirin û di firoştina eşkere de, ketiya para kompaniyeke derbarê wize de, kû navê wê (Sîlêkit Enerjî) ye û baregeha wê li bajarê Hamborg li Almaniya ye.
Heman jêder dibêje kû, ew petorla hatî hinarde kirin û ji aliyê wê kompaniyê ve hatî kirîn 30 hezar tone û bihayê wê jî li gor nirxê petrola cîhanê ya heyva sibata bûrî dike 22 milyon dolar.
Bazirganîkirin bi petrola xaw ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê, kû bi rêya barhilgiran berû Turkiya her kû diçe berû pêşve diçe, niha rojane dighêje nêzîkî 50 hezar bermîl Petrol.
Kompaniya Cênîl Ênerjî, pêşbênî dike kû, kar tê kirin kû ji wan kêlgehan Petrola Herêma Kurdistanê, hinarde bi rêya boriyan li gor û girêdayî wan aloziyên kû di navbera Bexdad û Herêmê de hene dibe di sala 2014 de were destpêkirin.
