• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şêq Meqsûd dîsa hat bombebarankirin: 5 mirî

Şêq Meqsûd dîsa hat bombebarankirin: 5 mirî
Êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in berdewam dike. Hat diyarkirin ku di encama êrîşa hewayî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baasê ku ev 8 rojin li dijî taxa Şêx Meqsud êrîşan pêk tînin. Îro carekî din Taxa Şêx Meqsud Rojava ji aliyê hêzên rejîmê ve hat bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Artêşa rejîma Beşar Esad ji 29’ê adarê ve taxa Kurdan a li Helebê bombebaran dike. Heta niha derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daxuyaniya YPGê, di encama şer û pevçûnên ligel rejîmê, derdora 40 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin.

Rudaw
Top