• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hamid Geylanî 27 Çirke Bi Kurdî Axivî 5 Meh Ceza Xwar

Hamid Geylanî 27 Çirke Bi Kurdî Axivî 5 Meh Ceza Xwar
Parlamenterê berê yê Culemêrgê Hamid Geylanî ji ber ku di sala 2008’an de 27 çirke bi kurdî axivîbû 5 meh cezayê girtîgehê xwar.

Parlamenterê berê yê Culemêrgê Hamid Geylanî, 4 sal berê di kongreya DTP’a ku hatibû girtin de 27 çirke bi kurdî axaftin kiribû û xêrhatina hevserokên partiya xwe xwestibû. Geylanî got wî bi zanebûn axaftina xwe bi kurdî kiriye û niha axaftina wî weke sûc tê binavkirin. Doza Geylanî li Dadgeha Komarê ya Meletiyê hate d3itin. Hamid Geylanî di dadgehê de got wî bi kurdî axaftin kiriye û wî di axaftina xwe de tu sûc nekiriye.



Dadgehê di encama darizandinê de bi hinceta ku axaftina bi kurdî li gorî qanûna partiyên siyasî ya Tirkiyeyê qedexe ye û sûc e, 5 meh cezayê girtîgehê da Geylanî. Dadgehê piştre xwest ev ceza piştre bê aşkerakirin.



Parêzerê Geylanî Bayram Arslan li hemberî cezayê nerazîbûn nîşan da û got ev biryar li dijî qanûnan e. Arslan, got êdî qanûn guherî ne û axaftina bi kurdî jî li gorî qanûnan divê serbest be.
Top