Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata têkoşerê navdar Mela Ehmed Banîxêlanî kir
Ji bo malbata têkoşerê navdar Mela Ehmed Banîxêlanî
Bi nûçeya koça dawiya têkoşerê navdarê gelê me, Mela Ehmed Banîxêlanî, xemgîn bûyîn. Ew têkoşer ku hemû jiyana xwe li têkoşîn û Pêşmergayetiyê da li ser bir û ji bilî wê yekê li serkirdayetiya Partiya Şu'î(Komunist)a Iraqê da rolekî ber bi çav hebû, yek ji xebatgêrê navdarê Şoreşa Mezina Eylûlê jî bû û bi dirêjahiya salên dijwarên têkoşînê jî dostekî nêzîkî me bû.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li we û rêheval û xizmên we dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jê razî bîxe ber dilovaniya xwe û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.04.2013
