Li Îranê kurdekî xwe kir berbijarê serokomariyê
Li gorî nûçeyeyên ajansên îranî, parlamenterê kurd û endamê fraksyona muhafezekaran (konservatîst) a parlamentoya Îranê seyîd Mihemed Beyatiyan Gerûsî, ragihandiye li ser daxwaza parlamenterên eyaleta Kurdistanê di hilbijartinên serokomariya Îranê de dê xwe wek berbijar nîşan bide.
Gerûsî gotiye, sedema ku xwe dike berbijarê hilbijartinan ew e ku hest dike “nifşa gencên şoreşa îslamî” hatine jibîrkirin û piştguhxistin.
11. hilbijartinên serokomariya Îranê dê roja 14.06.2013 were sazkirin.
Seyîd Mihemed Beyatiyan Gerûsî, sala 1973 li bajarê Bîcar ê eyaleta Kurdistanê ji dayik bûye. Bavê wî di şerê Îran û Iraqê de hatiye kuştin û wek “şehîd” tê zanîn. Beyatiyan endazyarê çêkirina avahî ye û her wiha beşa guhertinên stratejîk jî xwendiye û beriya ku here parlamentoyê li zanîngeha bajarê Qezvînê mamosta bû.
Beyatiyan, zimanên farsî, înglîzî û erebî jî dizane û niha jî serokê fraksyona parlamenterên eyaleta Kurdistanê ye.
Seyîd Mihemed Beyatiyan sala 1999an zewiciye û 2 zarokên wî heye.
Bajarê Bîcar li devera Gerûs a eyaleta Kurdistanê (Sine) ye û li gorî amarên fermî heta sala 2006an, hejmara akinciyên Bîcarê nêzîkî 98 hezar bû.
Rudaw
