• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Afxanîstan li Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Afxanîstan li Iraqê kir
Berî nîvroya îro pênçşem 04.04.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemed Enwer Zî Balyozê Afxanîstan li Iraqê kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Afxanîstanê xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û destxweşî û pîrozbahiyê jî li Serokê Herêmê û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema wê pêşketin û guhertina ber bi çava li warê azadî raderbirîn û asayîş û xweşguzeranî û geşbûn li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye.

Paşê Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Afxanîstanê hebûna asayîşa li Kurdistanê ji bo bexşîndeyiya xweda û xemxûriya welatiyan û çav vekiriya dam û dezgehên Hikûmetê ve vegerand û balkişand li ser wê hevbeşiya kultûrî û dîrokiya Kurdistan û Afxanîstanê kir bi taybetî ku her du gelê Kurd û Afxan xweragir bûne û jêrdestê hukma dagîrkeriyê qebûl nekirine.

Mijareke dinê vê hevdîtinê de behsa pêvajoya siyasiya navçeyê û Iraqê kirin û her wiha Balyozê Afxanîstanê hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Afxanîstanê geş bibê bi taybetî li warên pêwendiyên kultûrî û medyayiyan û daxwaz kir medyakar û rewşenbîrên her du aliyan li nêzîkkirina her du welatan de rola xwe hebê.

Li beranber de Serok Barzanî pêşwaziya wê daxwazê kir û hêvî jî xwest her du gelên Afxanîstan û Kurdistanê paşarojeke geş û bi rûmet hebê.
Top