Nêçîrvan Barzanî: Gelê Sûriyê alîkariya me kirin, niha jî dora meye
Nêçîrvan Barzanî li barê serdana xwe ya Tirkiyê ya vê dawiyê axivî û got: “Me hewl dan û em bi hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê re axivîn û hewlên me wê di vî warî de berdewam bin. Hêviya me ewe ku em çareseriyek siyasî ji vê kêşeyê re bibînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku, “Vîneke bi hêz ji herdu aliyan ve heye bo çareserkirina pirsgirêkê û bi teqez yên dijber jî hene, ev pirs di şev û rojekê de çareser nabe. Çendîn rê zehmet be jî lê bi gava ewil ve destpê dike. Her weha divê ew tişta ku heya niha hatiye kirin jî kêm neyê dîtin.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola serokwezîrê Tirkiyê û Ocalan û got: “Rola Serokwezîrê Tirkiyê gelekî baş bû, cihê rêzêye, her weha destpêşxeriya Abdulah Ocalan jî gelekî giring bûye û divê Enqerê bi giringî lê binêre. Ya herî giring ewe ku bawerî li ba aliyên Tirkiyê hebe ku ev pirs siyasiye û divê çareseriyek siyasî jêre bê dîtin, hewlên me jî di vî warî de bûn. Em hêvî dikin ku encamên wê cihê razîbûna gelê Tirk û Kurd be.”
Li barê rewşa penaberên Sûriyê bi Kurd û Ereb li Herêma Kurdistanê bi azadî Nêçîrvan Barzanî got: “Birayên Sûrî bi Kurd û Ereb birayên mene û gelê Sûriyê û Hikûmeta Sûriyê di dema ku pêwîstiya me bi hevkariyê û alîkariyê hebû gelekî alîkariya me kirin. Îro jî dora meye ku tişta ji me bê em alîkariya wan bikin. Rûdanên li Sûriyê me diêşîne hêviya me ewe ku ev êş îro berî sibe bisekine.”
Li ser pirsekê gelo hûn çareserkirina doza Sûriyê çawa dibînin, Nêçîrvan Barzanî got: “Rewşa li Sûriyê gelekî girêke, Em dibînin ku du bereyên bihêz hene yek ji wan berevaniya mandina rêjîmê dike û bereyê din jî dixwaze vê rêjîmê biruxîne û bighurîne û bi dîtina me divê ev rewş bi siyasî çareser bibe.”
Nêçîrvan Barzanî weha pêde çû: “Li gor pêşbîniyên me, guhertina rêjîmê li Sûriyê ne bi wê hêsaniyêye, em li nexşeya rewşa wir temaşe bikin. Heya niha artêş û hêzên ewlekariyê û Partiya Ba`sê û diplomasî û Elewî û hin Sunî bi rêjîmê re ne. bi kurtasî ji %25 bi rêjîmê re ne û %15 opozisyonin û yên mayî jî nizanin çi bikin û dudilin ka biçin vê bereyê yan biçin bereya din.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkira kir ku heya niha destpêşxerî di destê rêjîmê deye û ji ber vê jî divê kêşe ji bo gelê Sûriyê bi siyasî bête çareser kirin.
Xendan
