• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hevkariya Xelkê Kurdistanê Sedema Serketina Aramiya Kurdistanê Ye

Mesrûr Barzanî: Hevkariya Xelkê Kurdistanê Sedema Serketina Aramiya Kurdistanê Ye
Evro li Selahedînê Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek ji Xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viyenayê kir.

Di hevdîtineke de ku, Nunerê Hikûmeta Kurdistanê ya li Nemsayê û Berpirsiyarê mekteba saziyên cemawerî jî têde beşdarbûn, birêz Mesrûr Barzanî rewşa dawî ya Kurdistan û Deverê ji heyeta mêwan re nirxand û pişt re jî heyeta mêwan çendîn pirs yên girêdayî bi pirsa Kurd û pêşkeftinên heyî yên li Deverê de pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û nav hatî jî bersifa wan pirsan da.

Di bersifa pirsekî de a di derbarê sedema cudatiya heyî ya di navbera rewşa Kurdistan û Deverên din yên Îraqê de, birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, sedema serkeftina rewşa aram ya Kurdistanê hevkariya xelkê Kurdistanê û herwiha rihê bihevre jiyan û lêbûrînê ya li Kurdistanê deye.

Di derbarê paşeroja doza Kurd li Deverê de jî birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, Kurd daxwaza aştî, wekhevî, bihevre jiyanê dike û em di vê baweriyê dene ku, bi rêyên aştiyane û çê kirina guhertinan di eqiliyeta zal a li Deverê de, derfeteke baş bo bidest xistina tevahiya mafên Gelê Kurd der dikeve hole.

Hêjayê gotinêye ku, akademiya dîplomasî ya Viyenayê di sala 1964an de hatiye damezrandin û yek ji wan akademiyên girîng yên Ewrûpayê a di warê pêgehandina Dîplomatan deye.
Top