• Tuesday, 10 February 2026
logo

Felekedîn Kakeyî: Helwêsta Malikî bo Pêkanîna Hikûmeta Piranî Kurd Berev Biryara Dawî Dibe

Felekedîn Kakeyî: Helwêsta Malikî bo Pêkanîna Hikûmeta Piranî Kurd Berev Biryara Dawî Dibe
Siyasetmedar, Nivîskar û ronakbîrê navdarê Kurdistanî Felekedîn Kakeyî di bareya rewşa Iraqê de dibêje, ku heger alîyên din nûnerên xwe ji hikûmet û parlemana Iraqê vekişînin dê eînîyeke berfireha opozisiyonê li dijî Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê çê bibe. Kakeyî tekez dike, ku helwsêta serokwezîrê Iraqê bo pêkanîna hikûmeta piranî, Kurd berev biryara dawî dibe.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Felekedîn Kakeyî di bêjedaneke taybetî de ji PNA re ragihand:´´ neçûna wezîrêên Kurdên hikûmeta Iraqê bo Bexdadê fişar li ser hikûmeta Iraqê dirust dike, çimku alîyên din jî bîr li ewê dikin ku ew jî neçine parleman û encûmena wezîrên Iraqê, bîr ji helwêsteke tundtir jî dikin, belê ez ji evê tênagihîjim ku aya Kurd yekalîyane ev biryar daye yan hemahengîyek heye li gel alîyên din û ji wan jî Tevgera Sedr û lîsta Eliraqîye. Vekişîna ji hikûmet û parlemanê jî her wisa hêsan nîne û 2 rê li pêşîya Kurd dimîne.´´

Felekedîn Kakeyî ku di berê wezîrê rewşenbîrya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bûye, herwisa di dirêjîya axavtinên xwe de dibêje:´´ heger Sedr û fraksiyona Eliraqîye sistîyê bikin û li dora Malikî kom bibin, di encam de Malikî dikare hikûmeta piranî pêk bihîne û hingê dê Kurd bikeve ser rêyeke din ku ew jî ewe ye ku biryara xwe ya dawî di Iraqê de bide.´´

Kakeyî tekez jî kir:´´ heger bihêt û hindek alîyên din jî wek Kurd nûnerên xwe vekişînin ji parleman û hikûmeta Iraqê, hingê opozisiyoneke berfireh li dijî Nûrî Malikî serokweîzrê Iraqê dirust dibe.´´
Top