• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Stafa Rojnameya Xebat Kir

Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Stafa Rojnameya Xebat Kir
Bi minasebeta 54 saliya Rojnameya Xebat birêz Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî stafa Rojnameya han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birêzan Sernivîskar, Rojnamewan û Karmendên Rojnameya Xebet

Bi minasebeta 54 saliya Rojnameya xebat pîrozbayiyeke gerim li we dikim û destê tevahiya we digiweşim û hêviya serkeftin û pêşveçûnên zêdetir ji we re dixwazim.

Rola Rojnameya Xebat di nava karwana Rojnamegeriya Kurdî de diyar û berçave, hem weke debistaneke pêgehandina Rojnamewanan û hem jî weke Parêzerekî mafên Gelê Kurd û Kurdistan û ev destkeftên ku, bi xwîna Şehîdan hatine bidestxistin.

Evro jî di bin siya vê aramiya ku, li Kurdistanê de heye û di rewşa heyî ya li Deverê de erkên me yên netewî ji me dixwazin ku, di çarçoweya azadiya heyî a Rojnamegerî di warê gehandina nûçe û zaniyariyên rast bi Xwendekarên xwe re berdewam bin û bi awayekî psporane û jibo bihêztir kirina ezmûna Kurdistanê kemaniyên heyî destnîşan bikin.

Herwiha dibe her wek hertim parêzerê mafên Gelê Kurd û beşek bin ji xebata rizgarîxwazî a Gelê Kurd û hewl bo eşkere kirina planên Neyaran bikin ku, li dijî Gelê me amade kirine û dixwazên bi rêya wan planan Gelê me bêhêvî bikin, pêwîste hun weke Rojnameya xebat di vê warî de pêşeng bin.

Careke din pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û her şad û serfiraz bin.

Mesrûr Barzanî 3.4.2013
Top