Serokê BDP’a Dêrsimê Şerafedîn Xalis Îstifa Kir
Şerafedîn Xalis ku heyamek berê parlamenterê Dêrsimê bû û di vê heyamê de jî serokatiya bajêr a BDP’ê dikir îstîfaya xwe da û daxwaznameya xwe ya îstifayê ji navenda giştî ya BDP’ê re şand. Xalis derbarê îstifaya xwe de wiha got: “Ji ber ku min wisa pêywîst dît, min îstifa kir. Ji ber vê yekê ji gelê Dêrsimê û ji kesên ku di vê partiyê de ked dane lêborîna xwe dixwazim. Ez dixwazim daxwaznameya min ji aliyê navendê ve bihê qebûlkirin.”
