Parlementerên AKP ên Herêmên Rojavayê Tirkiyeyê dê Serdana Herêmên Kurdan Bikin
Li gorî nûçeya ajansa DHA’yê 45 parlamenterên AK Partiyê dê ji bajarên Tirkiyeyê bihên û dawiya vê heftiyê li bajarên kurdan bigerin. Parlamenter dê li Amed, Batman, Sêrt û 13 navçeyên evan bajaran bi gel re bihêne ba hev û behsa pêvajoya aştî û çareseriyê bikin. Parlamenter dê di heman demê de pêşniyarên çareseriyê yên xelkê jî li ba xwe binivîsin û bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re parve bikin. Li gorî agahiyan biryara şandina parlamamenteran ji aliyê serokwezîr û serokê AKP Receb Teyib Erdogan ve hatiye dayîn û dê cîgirê serokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin jî di nava evê şandeyê de be.
Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu diyar kir, ku ew girîngiyeke mezin didin vê serdanê û bi hatina evê şandeyê re dê di feraseta mirovan de gelek guherînên erênî çêbibin. Ensarîoglu, destnîşan kir parlamenterên ku dê bêne herêmê çavdêriyên xwe dê bibin bajarên xwe û bi hilbijêrên xwe re parve bikin.
