• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraqê Îsal 22 Kes li Sêdareyê Daye

Iraqê Îsal 22 Kes li Sêdareyê Daye
Wezareta dad a Iraqê roja duşembîyê ragiahnd, ku ´´berpirsê rêkxistina terorîstîya Elqaîdeyê li Iraqê û 3 kesên din bi guneha hebûna peywendî bi terorîstan ve hatine sêdaredan.


Li gor raporteke ajansa nûçeyan a Royterz (Reuters), hikûmeta Iraqê berdewame li ser cîbicîkirina qanûna sêdaredanê û roja duşembîya bihorî jî 4 kesên din li sêdareyê daye ku koma kesên sêdaredayîyên îsal gihandiye 22 kesan.

Ewe jî di demekê de ye ku Yekîtîya Ewropa û Rêkxistinên Çavdêrîya mafên mirov û rêkxistina lêbihorîna navdewletî daxwaz li Bexdadê kirine dawî bi cîbicîkirina evê sizayê bihîne.

Wezareta dad a Iraqê ragiahnekê de ragihand:´´ ew terorîstane bi hokarê ewê yeê ku tawan li dijî Iraq û xelkê Iraqê encam dabûn, sizayê sêdaredanê bi ser wan de hatiye cîbicîkirin.´´

Iraqê sala bihorî jî sizayê sêdaredanê bi ser 129 kesan de cîbicî kiribû.
Top