• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi Çavdêrî Û Amadebûna Serok Barzanî 8mîn Pêşengeha Pirtûkan Hate Vekirin

Bi Çavdêrî Û Amadebûna Serok Barzanî 8mîn Pêşengeha Pirtûkan Hate Vekirin
Evro li Bajarê Hewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî 8mîn pêşengeha Pirtûkan hate vekirin.

Di merasima vekirina 8mîn pêşengeha pirtûkan ya Hewlêrê de hijmareke zêde ji mêwanên biyanî, Berpirsên siyasî û îdarî yên Kurdistanê, Rewşenbîr û Mamosteyên Zanîngehan û dezgeha Meda bo çapemenî beşdarbûn.

Ev pêşengeha han yaku, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Kurdistanê hatiye sazkirin beriya pêşkeş kirina gotar û peyvan bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hate vekirin û pişt re Serok Barzanî tevî mêwanên beşdarwan serî li tevahiya beşên vê pêşengeha hand a.

Piştî re di peyvekî de Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Kurdistanê peyvek li ser navê Hikûmeta Kurdistanê pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya vê pêşengeha han.

Di vê pêşnegehê de zêdetir ji 300 dezgehên curbicur yên çap û weşana pirtûkan ya 17 welatan beşdarin û zêdetir ji yek miliyon 500 hezar çavkaniyên curbicur bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Engilîsî hatiye nîmayiş kirin.

Ev pêşengeha han vê heta 11 rojan berdewam be.
Top