• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bulent Arinç: Peyama Ocalan giring dibînim

Bulent Arinç: Peyama Ocalan giring dibînim
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê AKPê Bulent Arinç diyar kir ku pêwîstiya vî welatî bi aştiyê heye û divê sûdê ji Îmraliyê werbigrin.

Berdevkê AKPê Bulent Arinç beşdarî kanala dewletê TRT Haberê bû û mijarên di rojevê de bersivand.

Bulent Arinç li ser peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de axivî û wiha got: "Di dawiyê de em rastî Newrozê hatin. 10 roj derbas bû, li wir nameya Ocalan hat xwendin û li wir peyamên pir giring hatin dayîn. Ji ber ez dibêjim, giring e, pir raste. Ez nagihim wê xalê ku bêjim bijî. Em hemû dizanin ew kiye û bi çi tê tometbarkirin, lê li holê bûyerek heye. Bi hezaran kesên vîna xwe teslîmî vîna wî kirine hene. Daxwazname dan û gotin, îradeya wî îradeya me ye jî; ma hun dikarin vê ji nedîtîve bibînin? Siyaseta rast ne ev e ku dîsa dixwazin cenazeyê şehîdan bê û rondik bên rijandin? Na, wê demê çima hûn ji vê dilgiran dibin. Ew kes çi dibêje, dibêje; bila çek bêdeng bibin û fikir baxive. Em îtiraza vê yekê bikin, em îtiraza çi ya wê bikin. Ezbenî, ger derew be, emê wê derewê bibînin. Emê temaşeyî kiryarên wî bikin û dibe ku di vê de jî pêşketin çêbibin."

Peyama Ocalan a 21ê Adara 2013an..

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya îlankirina agirbestê û vekişîna derveyî sînor de, diyar kir ku ji niha û şûnde têkoşîneke nû dest pê dike û di şûna çekan de dê siyaset derkeve pêş.

Di Newroza Amedê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Peyama bi kurdî ji aliyê Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan ve û ya bi tirkî ji aliyê Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Ocalan di destpêka peyama xwe de behsa dîroka pêkvejiyana kurd, tirk, ereb û lazan kir û got pêdivî bi îtifaqa gelên li Rojihalata Navîn û Asyaya Navîn heye. Di peyama Ocalan de hate gotin ku Modernîteya Kapîtalîst dixwaze neteweyan bi netew-dewletê bi sînor bike û ew li dijî vê paradîgmayê dixwazin erdnîgariya biratiya gelan pêk bînin.

Ji peyama Ocalan hin xalên ku derketin pêş ev in: “Emperyalîzma rojava yî, di vî 200 salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxaleyên xwe yên derveyî, xwestin di nava civakên Rojhilata Navînde hişmendiya netew-dewletê bi pêş bixin. Ji bo vê jî di nava civakan de tixûbên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixûban de bi avakirina îktîdarên zordar û redkar, xwestin destê civakên herêmê yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hev. Serdema ferasetên, mijoker, redkar û zordar bi dawî bûye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Havîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev û du re dibêjin bes e.

Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin.

Şerê me, ne li hemberî tu etnîsteyekê ye, ne li hember olekê ye, ne li hemberî mezhebekî ye û ne li hemberî komekê ye. Şerê me, li hemberî zordariyê, nezaniyê, xizaniyê, bêedaletiyê û li hemberî paşvehiştinê bûye. Şerê me li hemberî hemû awayên zext û zordariyan bûye. Em îro edî, ji bo Tirkîyeke nû, ji bo rojhilata navîneke nû, ji bo pêşerojeke nû hişyar dibin.

Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji siyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê dest pê dike. Feraseta ku mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digre bi pêş dikeve. Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbuha dan. Ev fedekarî û ev têkoşîn ne belesebeb bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xist.

Êdî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewce ye êdî fikir û reman û siyaset bi pêş bikeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tar û mar bû. Xwîna ku diherike ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahiya morovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hemberî şahidiya bi milyonan ku guhdariya min dikin, dibêjim êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Ne çek dê siyaset bi pêş bikeve. Êdî em hatine merhaleyeke wuha girîng ku hêzên me yên çekdar xwe vekşînin derveyî sînor. Ez bawer dikim ên ku baweriya xwe bi min anîne û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyeta pêvajoyê li ber çavan bigrin û heta dawiyê biparêzin.

Ev, ne dawiya têkoşînê ye. Ev destpêka têkoşînê ye. Ev ne devjêberdana têkoşînê ye ev destpêka têkoşîneke cuda ye.

Ocalan di dawiya peyama xwe de diyar kir ew li dijî netewe-dewletê ne û ew dixwazin kurd, tirk, ereb, civakên ermenî, sûryanî û misilman bi hev re, di nava hev de, weke birayan, li ser bingeheke azad û wekhev bijîn. Ocalan, riya xilasî û azadiyê jî weke paradîgma Modernîteya Demokratîk nîşan da.

Rudaw
Top