HPG`ê: Topbaranên artêşa Tirkiyê berdewame
Di belavokê de hatiye ku, artêşa Tirkiyê berdewame li ser operasyon û bombardimankirina deverên sînorî û her weha artêşa Tirkiyê careka din duh 1/4/2013`an navçeyêpn ser bi herêma Geverê bi dijwarî hatiye bombardiman kirin.
Navenda çapemeniya HPG`ê diyar kiriye ku artêşa Tirkiyê bi Hawan û Obîsan herêmên Oramar ya ser bi herêma Geverê topbaran kiriye.her weha roja 31/3 jî bi hawan û Obîsan herêmên “Şehîd Xefur û şehîd Karker”yên nêzîkî sînorên herêma Oramar û ser bi herêma Geverê bombardoman kiriye.
Di belavoka navenda çapemenî û ragihandina HPG`ê de hatiye ku ev bombardiman û topbaran piştî agirbesta ji aliyê KCK`ê ve roja 23/3/2013`an hatine kirin.
Xendan
