• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Tekrîtê Di Encama Teqînekî De 33 Welatî Bûne Qurbanî

Li Tekrîtê Di Encama Teqînekî De 33 Welatî Bûne Qurbanî
Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên Parêzgeha Tekrîtê ragihand ku, evro Terorîstekî xwekuj bi maşîneke bombekirî êrîş kiriye ser Birêveberatiya Polîs ya Tekrîtê a li Taxê Qadisye di naverasta Bajarê Tekrîtê de.

Çavkaniya han eşkere kir ku, di encama vê teqîna han de 19 welatî canê xwe ji dest dane û 14 welatiyên din jî birîndar bûne û jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Her evro li Başûrê Bajarê Mûsilê de jî du xaniyên ku, ji bo du karmendên hêzên polîs hatibûn çêkirin hatin teqandin.
Top