• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmet Bo Hejar Û Xezanan Xaniyan Çê Dike

Hikûmet Bo Hejar Û Xezanan Xaniyan Çê Dike
Evro bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Serokê civata bilind ya Hêlbirênerên Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê civata bilind ya hêlbirênerên Kuristanê civiya.

Di vê civîna han de çendîn babet û mêjarên sereke yên girêdayî bi rewşa hêlbirîn û projeyên hêlbirînê û herwiha kertên ku, pêdeviya Kurdistanê bi wan heye hatin nirxandin û çendîn biryarên girîng jî di vê warî de hatin stendin.

Di beşeke din ji vê civîna han de behsa meseleya dabîn kirina xaniyan bo çînên hejar û xezan hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, dibe cîhbicîh kirina projeyên hêlbirînê bi taybetî yên di warê bînasazî de li gorî siyaseta Hikûmeta Kurdistanê be û siyaseta Hikûmeta Kurdistanê jî xizmet kirin bi çîna hejar û xezan ya Kurdistanê ye lewre dibe Hikûmet şîret û rênimayên pêwîst bide wan kompaniyên ku, karê hêlbirîn û bînasazî dikin daku, li gorî vê siyaseta han tev bigerin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, pêwîste bi mebesta xizmet kirina çîna hejar û xezan li her 3 Parêzgehên Kurdistanê ( Hewlêr, Silimanî û Dihuk) de li gorî pêdeviya wan Parêzgehan xanî bo çîna hejar û xezan li ser bûdceya Hikûmeta Kurdistanê werin çêkirin û dibe ev kompaniya ku, wan xaniyan çê dikin ev xaniyên han bi qestên dem dirêj pêşkêşî wan welatiyan bike.

Di berdewamiya vê civîna han de çendîn babetên din weke meseleya nujen kirina her du Seyrangehên Dûkan û Sefîn jî hatin nîqaşkirin û biryar hate dayîn daku, komîteyek were damezrandin daku, bilez pêdeviyên wan her du Seyrangehan destnîşan bike daku, werin cîhbicîhkirin.
Top