Serokatîya Kurdistanê: Heger Bexdad Pêngavên Praktîkî Nehavêje dê Kurd Penah bo Bijardeyên Guncaw Bibe
Li gor evê beyannameyê serkirdatîya Kurd dê nameyeke din ji Hevpeymanîya Niştîmanî re bişîne û tekez li ser nerîn û daxwazên Kurd ên berê bike û hatiye aşkirakirin, ku heger ti pêngavên praktîkî naehatine gavêjtin dê Kurd bijardeyên din hilbijêre.
Îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel nûnerên hêzên Kurdistanîyên di hikûmeta federal û parlemana federal de bo guftûgokirin li ser biryara dawîya Kurd bo çûn û neçûna bo Bexdadê kom bû.
Piştî kombûnê beyannameyek hate belavkirin, ku tê de hatiye ragiahndin, ku di kombûnê de derbarê çendîn pirs û mijarên peywendîdar bi qada siyasîya Iraqê ve guftûgo hate kirin û biryar hate dan, ku nameyek arasteyê Hevpeymanîya Niştîmanî bihê kirin.
Herwiha di beşeke din a evê beyannameyê de hatiye, ku ´´ piştî guftûgoyên li ser pêşhat û gorankarîyên rewşê, kombûnê biryar da ku nameyekê arasteyê Hevpeymanîya Niştîmanî bike û tê de tekezî li ser nerînên wan ên berê ji bo bi deng ve hatina parastina destûr û çespandina buhayên hevbeşîtî û hevsengî û lihevkirina niştîmanî bihê kirin.´´
Herwisa di beyannameyê de hatiye:´´ heger pêngavên pêywsît û praktîkî nehatin havêjtin, serkirdatîya Kurdistanê peah bo bijardeyên guncaw dibe.´´
