• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Raberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Civiyan

Nêçîrvan Barzanî Û Raberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Civiyan
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raberê tevegera îslamiya Kurdistanê Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de rewşa niha ya Kurdistan û rewş û pêşhatin dawî yên li Îraqê hatin nirxandin û her du alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin.

Her di derbarê rewşa Kurdistanê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê û Raberê tevgera îslamiya Kurdistanê eşkere kirin ku, dibe di warê pirs û kêşeyên netewî de hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedan yek helwest û yek deng bin.

Di derbarê rewşa niha ya Îraqê de jî her du alî diyar kirin ku, rewşa niha ya Îraqê û aloziyên heyî welat ber bi aloziyên mezin ve dibe lewre berejwendiyên tevahiya aliyan vê yekê ferz dikin ku, kêşe û aloziyên heyî di demeke nêz de bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.
Top