PDK-YNK: Kî çawaa dixwaze bila beşdarî hilbijartinan bibe
Polîtburoyên PDK û YNKê îro (31.03.2013) li ser çawaniya beşdarîkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Di civînê de ku bi serokatiya cîgirê yekem ê sekreterê YNKê Kosret Resûl û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî hat sazkirin, biryar hat dayîn ku PDK û YNK dikarin bi awayekî serbixwe li ser şêwaza beşdarîkirina hilbijartinan biryar bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du partî piştevanî û girêdana xwe ji bo lidarxistina hilbijartinan anîne ziman û cext li ser sazkirina hilbijartinan di dema xwe de kirine.
Di daxuyaniyê de wiha hat ziman: “Vê carê hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikeve qonaxek girîng, ji ber wê jî PDK û YNK jibilî wê ku girêdayî hevpeymanî û rêkeftina stratekî a navbera xwe ne lê hurmet ji wê re jî digirin ku li ser şêwaza beşdarîkirina hilbijartinan bi awayekî serbixwe biryar bidin.”
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de biryar hat dayîn ku civînên navbera her du partiyan ji bo çêkirina bingeh û pîvanên karên hevbeş û bihêzkirina proseya siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û deverê.
YNKê beriya niha bi rêka cîgirê sekreterê giştî Berhem Salih û berdevkê polîtburoya xwe ragihandibû ku dê bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe. Ev yek rastî nerazîbûna hevpeymana YNKê, PDKê hatibû.
PDK û YNK, sala 1998 rêkeftinek îmze kirin û li gorî wê rêkeftinê her du partî di hemû warên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê de bi awayekî hevbeş tevdigerin.
Rudaw
