• Tuesday, 10 February 2026
logo

Di nava du rojan de 101 kur li heleb bûne qurbanî

Gulan Media March 31, 2013 Nûçe
Di nava  du rojan de 101 kur li heleb bûne qurbanî
Piştî ku duh şeme hejmara qurbaniyên topbarana rêjîma Sûriyê li taxa Şêx Meqsûdê gihîşte 70 qurbaniyan, îro 31/3/2013, di navbera artêşa azad û hêzên rêjîma Sûriyê de şer qewimî û di encama topbarana rêjîma Sûriyê 31Kurd bûne qurbanî û xelkê deverê ji navçeyê koç dikin.

Ajansa Hawarnewsê ya nûçeyan belavkiriye ku, îro li bajarê Helebê taxa Şêx Meqsûdê ya ku piraniya şêniyên wê Kurdin, di navbera çekdarên artêşa azad û hêzên rêjîma Sûriyê de şer derket û di encama topbarana hêzên rêjîmê de 7 welatiyên Kurd hatine kuştin û 24 welatî bi giranî birîndarbûne.

Ji aliyekî din her duh 30/3, hêzên rêjîma Esed êrişî bazgeheke Yekîneyên Parastina Gel YPG li taxa Şêx Meqsûd kiribûn û di encamê de 7 endamên artêşa rêjîma Sûriyê hatine kuştin.

Her weha di encama topbarana ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ya li ser taxê berdewam dike, bi sedan malbatên Kurd yên li taxê akincî ne ji malên xwe bardikin û berve navçeya Kobanî û Efrînê ve direvin.

Xendan
Top