Ji Desteya Bilind a Kurd biryara rawestandina koçberiyê
Di belevoka DBK`ê de, ku wêneyek gihîştiye Xendanê tê de hatiye ku: “Gelek kes ji bajarên din yên Sûriyê ji ber şer û pevçûnan, berê xwe didine bajarên Kurdan, lê ji aliyekî din ve Kurd direvin derveyî sînor , ev tiştekî metirsîdar û dibe bête rawestandin.”
desteya Bilind a Kurd di beyannameya xwe de radighîne ku ew weke Desteye Bilind a Kurd (DBK`ê) biryar dane ku ev koçberî bi çi sedemê dibe bila bibe qedexe bikin û dane xuyakirin ku ew deriya sînorî a ku di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, ji bo pêkanîna pêdeviyên gelê Kurde li Rojavayê Kurdistanê, neku ji bo gelê Kurd koçber bibê ye.
Di beyannameyê de hatiye diyar kirin ku wê ji 1 /4/2013`an ve, ev biryar bê bi cî kirin û kesên ku ji ber sedemên lezgîn daxwaz dikine ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê pêwîsta rizamendiya rêveberiya asayîşa bi wan re hebe.
Di dawiya beyannameyê de Desteya Bilind , ji welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê daxwaz kiriye ku li gorî vê biryarê tevbigerin.
Hêjayî gotinê ji ber rewşa şer û pevçûnan û topbaran û bombardimanan li navçeyên Kurdnişîn û xirapiya rewşa aborî û bêkarî û kêmbûna pêdewîstiyên jiyanê gelê Kurd berê xwe didin Herêma Kurdistanê û heya niha hejmara penaberên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li Herêmê gihîştiye 100 penaberî.
Her weha ev 3 rojin li bajarê Helebê li taxên Kurdnişîn wek Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi sedhezaran Kurd lê dijîn ji aliyê hêzên rêjmê ve tê top û bombardiman kirin û bi sedan Kurd bûne qurbanî.
Xendan
