DXB Berdewam Hevkariya Kurdên Rojawayê Kurdistanê Dike
Di çarçoweya vê kempîna han de ku, weke mezintirîn kempîna hevkarî kirin li Kurdistanê de dihat nasîn, yekemîn merheleya pêşkêş kirina hevkariyan bi hevkariya şaxê 2 yê PDKê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî ku, pêk hatibû ji 2 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojawayê Kurdistanê hate kirin.
Ji aliyeke din ve jî her evro di çarçoweya vê kempîna han de weke merheleya dudiyan dezgeha xêrxwazî ya Barzanî hevkariyên xwe pêşkêşê Kurdên Rojawayê Kurdistanê kir û di vê merheleyê de 3 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojawayê Kurdistanê hatin kirin.
