• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xwepîşandanên Dijî Nûrî Malikî Li Îraqê Berdewamin

Gulan Media March 30, 2013 Nûçe
Xwepîşandanên Dijî Nûrî Malikî Li Îraqê Berdewamin
Di berdewamiya xwepîşandanên xelkê Başûr û naverastê Îraqê yên li dijî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî de, evro jî xelkê Îraqê piştî bi dawî hatina nivêja Înê dakete qad û kolanan û li dijî Nûrî Malikî dest bi xwepîşandanan kir.

Xwepîşander di xwepîşandana evro de eşkere kirin ku, bi ti awayî dev ji mafên xwe yên reva bernadin.

Xwepîşnader herwiha tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe bilez Hikûmeta Îraqê tevahiya daxwazên me cîhbicîh bike.

Welatiyên xwepîşander gefa vê yekê jî xwarin ku, eger daxwazin wan neyên cîhbicîhkirin vê xwepîşandanên xwe bo Bexdayê weguhazin.
Top