Serok Barzanî Û Hevseroka Partiya Kesk Ya Almaniyayê Civiyan
Di destpêka hevdîtina han de Xatû Cluadia Roth kêfxweşiya xwe a li hember pêşwaziya han diyar kir û behsa cudatiya serdana xwe ya vê carê bo Kurdistanê kir û got: Ez di demên derbasbûyî de jî hatime Kurdistanê û min êş û azarên vê Gelê dîtine lê evro ez gelek kêfxweşim ku, wan pêşkeftin, aramî û tebayiya Kurdistanê dibînim û hêvî dikim ku, Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve biçe.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî û Xatû Roth behsa rewşa dawî ya Deverê û herwiha pêşkeftinên heyî yên li Tirkiyeyê kirin û bi awayekî berfire meseleya destpê kirina qonaxa çareser kirina aştiyane a doza Kurd li Tirkiyeyê nîqaş kirin.
Di vê derbarê de Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, em bi paşeroja aştiyê li Tirkiyeyê de gelek dilxweşin lê bi mercek ku, tevahiya aliyan girêdayî bi pîwanên aştiyê ve bin û dibe prosesa aştî li Tirkiyeyê were bihêz û kûrtir kirin.
Her di vê derbarê de jî Hevseroka partiya kesk a Almaniyayê soza vê yekê da ku, bi mebesta serxistina prosesa aştiyê li Tirkiyeyê de her cure hevkariyek pêşkêş bikin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa rewşa Awareyên Sûriyayê yên li Kurdistanê de hate kirin û heyeta Almanî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ragihand ku, helwesta Kurdistanê a li hember wan Penaberan û hevkarî kirina wan helwesteke gelek girîng û erêniye.
Di dawiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî behsa rewşa Îraqê jî kir û ragihand ku, rewşa niha ya Îraqê gelek metirsîdare û heta niha me nedît ku, Hikûmeta Bexdayê bi destûr û peymanên îmzekirî re girêdayî be û ev yek jî bûye sedem daku, rewşa han aloztir bibe.
