• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê rola Zanîngeha Ezher bilind dinirxîne

Gulan Media March 28, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê rola Zanîngeha Ezher bilind dinirxîne
Îro pênçşem 28.03.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya şandekî bilinda Zanîngeha Ezher kir ku ji serokê şandê Dr Mihemed Ebdulfezîl El Qusî Wezîrê berê yê Ewqafa Misir û Endamê Desteya Zanayên Mezinên Ezher û her wiha endamên şandê Dr Usame Yasîn Yarîdederê Serokê Ezher yê Karubarê Derçûyan û Dr Ebdulmeqsud Paşa Endamê Encûmena Bilinda Karubarê Îslamî li Misir pêkhatibû.

Li vê hevdîtinê de ku Ebdullah Mela Se'îd Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê jî amade bû, şanda mîhvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo vê serdan û pêşwazîkirinê, bi hurî behsa girîngiya bihaya pêwendiya dîrokiya di navbera Kurd û Misir û Ezher kir û hêvî xwest pêwendiya navbera gelê Kurd û Misir berdewamiya xwe hebê û bi hêztir bibê.

Li beşekî dinê axaftina xwe de şanda mîhvan sosretiya xwe bi wê qurbanîdan û xweragiriyê nîşanda, ku mîlletê Kurd bi navê gihîştina bi mafê neteweyî û nîştimaniyan bexşiye û hêvî jî xwest gelê Kurd bi hemû mafên xwe şad bibê.

Li mijareke dinê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li wê yekê kir, Ezher dijî tundutîjiya oliye û berdewamî hewla rêya pêkvejiyanê dide.

Li beramber de Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya serdankirina şandê, rola zanîngeha Ezher li geşkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistan û Misirê de bilind nirxand û hêvî xwest Ezher wekî navendekî olî ramana pêkvejiyanê bi hêztir bike û bibê pirekî bi hêza pêwendiya di navbera gelê Kurd û gelê Misir û gelên Îslamî.
Top