• Tuesday, 10 February 2026
logo

Heyeta Wezareta Pêşmerge Serdana Devera Xormatoyê Kir

Gulan Media March 28, 2013 Nûçe
Heyeta Wezareta Pêşmerge Serdana Devera Xormatoyê Kir
heyeteke Wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Şewirmendê wezaretê serdana Devera Xormatoyê kir û bi Cîgirê Parêzgarê Selahedînê re civiya.

Di vê civîna han de behsa rewşa dawî ya ewlekarî a li Deverê hate kirin û her du alî behsa çawetiya pêkhatina bûyerên Terorîstî yên vê dawî ên li Xormatoyê kir û behsa bername û planên heyî bo pêşî girtin ji dubarebûna wan bûyeran kirin.

Piştî bi dawî hatina vê civîna han heyeta Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê serdana çendîn yekîneyên hêzên Pêşmerge yên li Deverê kir û di civînên xwe yên bi wan yekîneyan re besha sedemên zêdebûna bûyerên Terorîstî li Deverê hate kirin.
Top