Malikî soz da Sediriyan
Jêderekê nêzîk li desteya siyasî ya rewta Sedir ji ajansa (Skynewsê) re ragihand ku: Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî daxwaziyên rewta Sedir erê kiriye û soz daye ku gelek mercên wan cîbicî bike.
Jêderekê li rewta Sedir ku nexwestiye navê wî bê aşkira kirin ku xwe di pêkanîna lijneyekî emnî dibîne bo lêkolîna li egera paşvexistina hilbijartinên encûmena parêzgehan û danana sînorekê bo deshilatdariya Malikî û cîbicîkirina daxwzên rewa ya xwepêşanderên Sune`yan.
Li gor ajansa Skynewsê yek ji daxwaziyên giran û hestyar yên rewta Sedir ewe ku emaneta giştî ya encûmena wezîrên Êraqê bidin rewta Sedir, lê belê carê Nurî Malikî rezamendî li ser ew daxwaziye nîşan nedaye û pêşniyar kiriye ku wê daxwazê bixe nava bernameya danûstandinên navbera herdu aliyan de.
Xendan
