• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nûnereke Kurd: Heta Biryara Serokayetiya Herêmê Neghêje me, em Beşdarî Runiştinên Encûmenê Nabin

Gulan Media March 27, 2013 Nûçe
Nûnereke Kurd: Heta Biryara Serokayetiya Herêmê Neghêje me, em Beşdarî Runiştinên Encûmenê Nabin
Endameke encûmena nûnerên Iraqê dibêje kû, heta ji aliyê serokayetiya Herêma Kurdistanê ve biryar bo me newê, em di kombûnên encûmena nûnerên Iraqê de amade nabin.


Lane Mihemed endma perliyamenta Iraqê bo ajansa Peyamnêr ragihand: Her çend biryar bû, îro kombûna encûmena nûnerên Iraqê were vekirin, li gorî min bi sedema nebûna rêjeya yasayî û ne amadebûna 164 edamên perliyamentê kombûn hatin paşxisitn bo roja pêncşemê.
Lane weha jî got: Em weke endamên Kurd, me biryar daye, kû beşdariya kombûnan nekin heta kû biryara dawiyê ji aliyê serokayetiya Herêma Kurdistanê ve newê dayîn, ew jî diyare dê di çend rojên pêş de, bo amadebûna me biryarek were dayîn.

Di kombûna îro de, ji dervey endamên Kurd, di heman demê de Lîsteya Iraqiye di kombûna îro ya encûmena nûneran de amade nebûn.
Top