Hijmara Penaberên Rojawayê Gehêşte 99 Hezaran
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hijmara giştî ya Penaberên Sûriyayê ên li Îraqê 106 hezar û 827 kese.
Çavkanî diyar kir ku, ji vê hêjmara han 99 hezar û 138 kes li Bajarên curbicur yên Kurdistanê de hatine bicîhkirin û Parêzgeha Dihukê 70 hezar û 663 Penaber, Parêzgeha Hewlêrê 21 hezar Penbar û Parêzgeha Silimanî jî 7 hezar û 79 Penaber di nava xwe de bicîh kirine.
Zêbarî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, rojane zêdetir ji 900 Penaber digehêjin Kurdistanê û li Kurdistanê de tên bicîhkirin.
