• Tuesday, 10 February 2026
logo

PKK Mercê Xwe bo Paşve Vekişandina Çekdarên Xwe Diyar Kir

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
PKK Mercê Xwe bo Paşve Vekişandina Çekdarên Xwe Diyar Kir
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan di hevpeyvînekê de ku pêr 23/3/2013 li gel rojnamevanê navdarê Tirk Hesen Cemal encam daye, mercên xwe bo paşve vekişîna hêzên çekarên PKK diyar kiriye. Karayilan ragihandiye, ku ji bo vekişînê çarçoveya qanûnî şerte û herwisa giringe ku ji bo tevlîbûna Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan divê xeta (Îmrali-Qendîlê) vekirî bihê xebitandin.


Murad Karayilan got: “Agirbest divê du alî be. Ji bo ev pêvajo pratîk bibe tiştên ku divê hikûmet û meclis bike hene. Di rewşa ku dewleta tirk erênî nêzîk bibe de, em jî ji bo çareseriya pirsgirêkê dikarin çekan ji dewrê derxin.”

Karayilan berdewam kir û got: “Ji bo vekişînê Biryara hikûmetê pêwiste. Biryarek wisa ewlehiyê, ji bo hêzên me wendahiya can nejî, ev ewlehiye.”

Karayilan bal kişand ser serhildana Koçgirî û wek mînak nîşan da û weha pêde çû: “Di 1921’ê de di serhildana koçgirî de Meclisê biryar girt, komisyonek hat avakirin, serhildan wisa dawî bû. Îro şert û merc cûdane. Serhildana 30 salan heye. Hewcedarî bi biryraên qanûnî yên parlamentoyê heye.”

Karayilan bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û got: “Ger samimiyet û cidîbûn hebe divê ev pêngav bê avêtin. Erdogan di 22’ê Adarê de got; (hewcedarî bi meclisê nîne, em wek hikûmet dê bikin) ev çarçove kême. Lê divê Parlemana Tirkiyê (TBMM) biryarê bigire. Ji bo pirsgirêkên bi rêbazên diyalog ya aştiya ne çareser bibe divê komîsyonek pêvajoyê bişopîne.”

Karayilan teqez kiriye ku divê Serokê PKK`ê gav bi gav di nava pêvajoyê de be û got: “Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê Serok Apo tevli pêvajoyê bibe. Ji vî alî de divê xeta Îmralî-Qendîlê vekirîbe. Divê navberê de hewcedarî bi heyeteke kesên aqilmend ya ji 30 kesî pêk tê divê pêvajoyê bişopîne.”

Karayilan bal kişand ser giringiya pêvajoyê û bi dîrokî bi nav kir û got: “Kesên vê pirsgirêkê çareser bike dê navê xwe li dîrokê binivîsinin. Ev çiqas ji bo Rêber Apo mîsyonek dîrokî be, Birêz Erdogan jî wisa ye. Em bi taybet dixwazimku serokwezîr û serokomar bi samimiyet li vê binêrin û berpirsyariya xwe bînin cih.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser çareseriya pirsa Kurd û got: “Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrastiyê wek goşt û neynûkêye. Çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya pirsgirêka demokratîke. Di makeqanûna nû de bo me sê tişt girînge. Têgeha nû ya welatîbûnê… têgeha nasnameyê… Nasandina netewa tirk…”
Top