• Tuesday, 10 February 2026
logo

Usame Nuceyfî: Amerîkayê Pêşniyara Hilbijartinên Pêşwexte Kiriye

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
Usame Nuceyfî: Amerîkayê Pêşniyara Hilbijartinên Pêşwexte Kiriye
Wezîrê derveyê Amerîka John Kerry û serokê parlemana Iraqê Usame Nuceyfî duh li Bexdadê dîdar kirin. Di evê dîdarê de Kerry pêşniyara hilbijartinên pêşwexte li Iraqê kir û daxwaz ji Suneyên Iraqê kir ku ji prosesa siyasî nevekişin, li hember de jî Nuceyfî bi merc ev daxwaz pejirand.


Di evê dîdarê de John Kerry daxwaz li Usame Nucêfî kiriye ku divê Sune xwe ji prosesa siyasî û hilbijartinên bihê de paşve nekşînin, çimku ew gav ziyanê digihîne Suneyên Iraqê. Herwisa hatiye ragihandin, ku Kerry pêşniyara hilbijartinên pêşwext li Iraqê bo avakirina hikûmeteke nû kiriye.

Çend jêderên agahdar ragihandine, ku serokê parlemana Iraqê Usame Nucêyfî duh roja yekşembê rezamendiya xwe li ser pêşniyara wezîrê derveyê Amerîkayê nîşan daye û erê kiriye, lê bi mercekê ku hikûmeta bihê, ji kesên teknokrat û bi serokayetiya kesekî serbixwe pêk were.
Top