• Tuesday, 10 February 2026
logo

amezrênerê Artêşa Azada Surîyeyê Lingekê Xwe ji Dest Da

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
amezrênerê Artêşa Azada Surîyeyê Lingekê Xwe ji Dest Da
êderên opozisyona Sûriyê Duh 25/3/2013 ragihandin, ku damezrênerê artêşa azad a Surîyeyê eqîd Riyad Esad di encama teqînekê de bi giranî birîndar bûye û lingekê xwe ji dest daye.


Berpirsekî Tirkî jî ji aliyê xwe ve aşkira kir, ku birîna Esed li ser jiyana wî ne metirsîdare û ew niha li nexweşxaneyeke Tirkiyê dihê dermankirin.

Jêderên opozisyona Sûriyê dan zanîn, ku Riyad Esad li bajarê Meyadîn a li başûrê Dêrezorê ya li rojhilata Surîyeyê di encama teqîna otombêleke bombekirî de bi giranî birîndar bûye.

Riyad Esad, damezrênerê Artêşa Azad a Surîyeyê ye ku di sala 2011`an de ji bo ruxandina rêjîma Beşar Esed hatibû avakirin û yek ji efserên artêşa Surîyeyê ye ku destpêkê jê veqetyayiye. Herweha Riyad Esad li kampeke penaberan a Sûrî li ser sîrorê Tirkiyê li gel malabata xwe jiyana xwe derbas dikir.
Top