Kerry ji Malikî re: Firîna Firokeyên Îranî bi ser Êraqê re û Piştgîrîya Esed Kêşe Ye
John Kerry wezîrê derveyê Amerîkayê di serdana xwe de ya bo Iraqê û di dîdara xwe de ya bi Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê re bi tundî rexne li Malikî girt û ragihand, ku derbasbûna firokeyên Îranî berve Sûriyê di asmanê Êraqê re bo Amerîkayê kêşeye.
Wezîrê derve yê Amerîkayê ji rojnamevanan re ragihand ku wî serokweîzrê Êraqê Nurî Malikî hişyar kiriye ku firrîna firokeyên Îranî bi barên çekan bi ser asmanê Êraqê re ku dibe ji rêjîma Sûriyê re kêşeye.
John Kerry ji rojnamevanan re tekez kir, ku “Her kesê piştgîriya serok Esed bike kêşeye.”
Kerry got: "Min ji Malikî re vekirî got ku derbasbûna firokeyên Îranî … dihêle ku serok Esed û rêjîma wî bimîne."
Herweha derbarê serdana barak Obama bo Îsraîl û Filistînê de jî wezîrê derve yê Amerîkayê got: hevdîtinên Serok Obama bi berpirsên Îsraîlî û Filistînê re gelekî erênî bûne.
