• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Merîwanê teqîn: Fermandarek mir û 4 birîndar bûn

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
Li Merîwanê teqîn: Fermandarek mir û 4 birîndar bûn
Ji ber sedemê teqîna mayînek di nava baregeheke pasdarên Îranê yên li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê, fermandarek hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Kurdpa, duh ji ber teqîna mayînek di nava baregeheke artêşa pasdarên Îranê ya li gundê Canewerî yê Merîwanê de fermandarê wê baregehê yê bi navê Hesen Mewlûdî jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqînê de 4 leşker jî birîndar bûn. Ew leşker birin nexweşxaneya Merîwanê û rewşa tendirûstiya leşkerekî giran e.

Heta niha nayê zanîn teqîn ji ber çi çêbûye û berpirsên Komara Îslamî ya Îranê jî di vî derbarî de ti daxuyanî nedane.

Rudaw
Top