• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ehmed Turk: Ma Dê Hê Jî Ji Kurdan Re Bibêjin Terorîst?

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
Ehmed Turk: Ma Dê Hê Jî Ji Kurdan Re Bibêjin Terorîst?
Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, derbarê peyama Ocalan a agirbest û paşvekişandina hêzên PKK’ê de got, kurd êdî dê li gavên berbiçav ên dewletê binêrin. Turk, got êdî gog li ber piyê desthilatdariyê ye û ew ê li benda gavavêtinan bin.

Şandeya ku ji senatorên Bolîvyaya Amerîkaya Latîn pêk dihatin û bo Newroza Amedê hatibûn, Duh çûn serdana Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk û Aysel Tugluk. Li vir Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk li ser pêvajoyê axivî. Tugluk, diyar kir ku 90 sal in kurd ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û got kurdan li ber xwe daye û bi ser ketine. Tugluk, destnîşan kir Ocalan û PKK’ê dest bi pêvajoyeke nû kirine û dê ji vir û şûnde di şûna çekan de siyaset bikeve dewrê.

Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk jî destnîşan kir Rojhilata Navîn û cîhan ji nû ve tên dîzaynkirin û wiha got: “Tevgera kurd ji bingeheke sosyalîst tê. Birêz Ocalan tim di wan salan de jî behsa biratiya gelan dikir. Berê hêzên çekdar têkoşîna kurdan li dinyayê belav dikir. Hemû kesî bi vê têkoşînê didah esandin. Îro dema çek bêdeng bibin dê girîngiya siyaseta demokratîk zêdetir derkeve pêş. Tirkiye jî hewl da daxwazên kurdan li dinyayê terorîze bike û bifetisîne. Kurdan ji bo aştiyê îro gaveke girîng avêt. Niha dinya dê hêj kurdan weke terorîst îlan bike? Yan dinya dê vê nêrîna xwe biguherîne? Kurd vê yekê meraq dikin.”

Ehmed Turk, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir êdî gog li ber piyê desthilatdariyê de ye û kurd li bendê ne dewlet gavên berbiçav bavêje. Turk, got divê dewlet hemû mafên kurdan bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd dê li benda gavên dewletê bin. Peyama Ocalan pir aşkera ye. Ji niha û şûnde gog li ber piyê hikûmetê ye. Heke ku hikûmet gav navêje, kurdên ku vê pêvajoyê pir baş dizanin û ji demokrasiyê baş fêm dikin dê ji têkoşîna xwe ya azadiyê tu caran gav paşde navêjin.”
Top