• Tuesday, 10 February 2026
logo

Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê dike
Biryare di îsal de Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi gotina birêvebirê ragihandina wezareta Ewqafê ew serdana Papa bo Herêmê dê dîrokî be, lê belê dema wê hîna diyar nebûye.

Piştî ku şandeke wezareta Ewqafê ya Êraqê û Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirin li rêûresma destnîşankiina Papayê nû serdana Vatîkanê kiribûn dan zanîn ku, biryare îsal Papayê nû yê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Birêvebirê ragihandina wezareta Ewqaf û karûbarê olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşbendî ji Xendanê re ragihand: "Piştî ku şanda wezareta ewqaf a Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Cemal Elbîr, birêvebirê giştiyê karûbarê mesîhiyan li wezareta ewqaf a Herêmê beşdarî di merasîma danana Papayê nû yê Vatîkanê de kirin, ji aliyê xwe ve Papa (Xorxî Birgilyo ku naskiriye bi Fransîs û bi regez Arjantînî, gotiye ku dema serdana xwe ya îsal bo Êraqê ewê serdana Herêma Kurdistanê jî bike."

Merîwan Neqşbendî da zanîn ku: "Hurguliyên wê serdanê pêwîstî bi amadekariyê heye û ew jî di warê ewlekarî de, ji bo vê jî hîna dema serdana Papa nehatiye diyar kirin, lê belê bi dilniyayî ewê serdan bike û eger ev serdan pêk were wê cara yeke di dîroka cîhanê de Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike."


Xendan
Top