Pervîn Buldan: Heke Komîsyon Neyên Avakirin Çekdarên PKK’ê Paşve Nakişin
Cêgira Koma BDP’ê parlementer Pervîn Buldan, derbarê paşvekişandina hêzên PKK’ê de, ji rojnameya Radîkalê re axivî. Buldan, diyar kir heke komîsyona aqilmedan û komîsyona dadê bi hev re neyên avakirin dê hêzên çekdar ên PKK’ê paşve venekişin û wiha got: “Heke herdu bi hev re ava nebin wê çaxê paşvekişandin çênabe. Ji vir û şûnde gog li ber piyê hukûmetê ye. Piştî ku komîsyon bên avakirin PKK dê derkeve derveyî sînor û şandeya 4’emîn a BDP’ê dê biçe Îmraliyê. Li wir dê nameyên Ocalan ku ji Qendîl û Ewropayê re binivîse werbigrin û nameyan bigihijînin cihê wan.” Buldan, destnîşan kir pêwîst e komîsyon di nava du heftiyan de bêne avakirin û ji bo vê yekê ne şert e ku MHP û CHP di parlamentoyê de amade bin. Buldan, got vê heftiyê dê di navbera wan û hukûmetê de serdan bêne destpêkirin.
Pervîn Buldan, da zanîn ew gotina Serokwezîrê Turkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên “Ku paşve vekişin em ê operasyon nekin” girîng dibînin.
