Lêkolîn liser bikaranîna çekên Kîmyawî tê kirin
Ban Kî Moon roja (Pêncşem.21.03.2013) jibo rojnamevanan axivî û bang li her du alîyên nakokîyê li Sûrîyê kir ku hevkarîyê ligel vekolerên NY bikin.
Sekreterê Giştî yê NY got, dê tîma lêkolîn ji alîyê nûnerên rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û Rêxistina Saxlemîya Cîhanê were birêve birin.
opozisyona Sûriye û hikûmeta Sûrîyê hev du bi berpirsîya hêrîşê tawanbar dikin, ku di encama wê hêrîşê de ku roja Sêşema borî pêk hat, bi kêmî 20 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
