• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Tu arîşeyên me bi Ala Turkiyê re nîne

Gulan Media March 23, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Tu arîşeyên me bi Ala Turkiyê re nîne
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasyê (BDP`ê) Selahedîn Demîrtaş derbarê bilindnekirina Ala Turkiye di qada Newroz`ê ya bajarê Amed`ê de bersiv da gotina Serokwezîrê Turkiyê Recep Tayyîp Erdoxan û got: ‘‘Ger pirsa Kurd çareser bibe, ala Turkiye jî dê bê bilindkirin.

Demîrtaş ragihand ku, têkoşîna bi çekan a di kevana pirsgirêka kurd de ji sedî 99 bidawî bûye, lê ji sedî yek jî ji hikûmeta Turkiyê re maye û gelê Kurd ji ala dewleta Turkiye ne aciz e.

Demîrtaş di derbarê berteka opozisyona Turkiye de got: Opozisyon bi Partiya Dad û Geşepêdan`ê re nikarê here serî lewra dixwaza ku gelê Kurd bi dewletê re şer bike.

Demîrtaş têkest kir ku, bi ala Turkiyê re tu arîşeyên me tune ye.

Demîrtaş weha pêda çû, Ji bo hêzên çekdar vekişin divê ku komîsyon bê avakirin, lewra divê ku em vî karî bi awayek fermî bikin û di rojên dahatî de pêwîste şandeya 4`ehemîn biçe greva Îmraliyê û hevdîtinekê digel serokê PKK`ê Ebdula Ocalan encam bide.

Xendan
Top