Hikûmeta Kurdistanê Piştgîriya Peyama Ocelan Dike
Hikûmeta Kurdistanê di vê daxuyaniya han de nivîsandiye; Em weke Hikûmeta Kurdistanê vê yekê dûbare dikin ku, em piştgîriya her cure hewldaneke aştiyane bo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin û di vê çarçoweyê de jî peyama birêz Ocelan yaku, di roja Newrozê de hatiye pêşkêşkirin, em bi girîng û erênî wesif dikin û hevdem destxweşiya xwe û piştgîriya xwe ji bo vê pêngava han diyar dikin.
Hikûmeta Kurdistanê di beşeke din ya vê daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, bo her cure hevkarî û karasaniyekî amadeye.
