Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriyê li peyama birêz Ocalan kir
Peyama birêz Abdullah Ocalan li Newroza îsal da ku têda daxwaza dawî anîna tundutîjiyê û li ber girtina awayê siyasî û demokratiyan dike, ji bo çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd hengavekî girînge. Ji bilî piştgirî û pêşwaziya wê peyama birêz Ocalan em bawerin ew rêya rast û diruste ku çendîn sale me pêdagîriyê li ser kiriye ku pirsa Kurd siyasiye. Ew pirs ne li rêya serbazî û ne jî bi awayê çekdarî nayê çareser kirin.
Pêvajoya aştî babeteke pêwîstî bi pabendbûna prensîpên serxistina aştî û bîhnvedana hemû aliyek heye û neku taktîkekî siyasî û demkî pêwîste wekî stratejiyek bê temaşe kirin. Daxwaz ji hemû aliyek dikîn bi cîddî hevkar bin ji bo wê yekê ku hengavên praktîkî li pêşkêşî bi cîhbûn û berqerarbûna aştî û çareserbûna siyasî û aştiyaneya pirsa Kurd bê avêtin. Herêma Kurdistanê jî wekî çawa salên berê amadeyê yarmetîdana pêvajoya aştiyê bûye, ji bo serxistina aştî û çareseriya siyasiyaneya pirsa Kurd li Tirkiye, niha jî amadeye bi hemû şiyanek ve yarmetiya her du aliyan bide.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.03.2013
