Erdogan: Rastî jî daxuyaniya Ocalan erênî bû
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro (21.03.2013) li paytexta Hollanda Amesterdamê bi serokewzîrê wî welatî re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê civînek çapemeniyê hat sazkirin.
Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, Erdogan di civînê de li bara peyama îro ya rêberê PKK Adullah Ocalan ku li mîtînga Newrozê de hat xwendin, diyar kir ku daxuyanî û peyama Ocalan erênî dibîne lê divê li benda cîbicîkirina wê bimînin.
Erdogan li bara hilnegirtina ala Tirkiyê di mîtînga Newrozê de jî got ku diviya ala Tirkiyê li wir hatiba hilgirtin û wiha axivî: “Nebûna ala Tirkiyê li wir çalakiyeke provokatîf e.”
Rêberê PKK Abdullah Ocalan, di peyama xwe de ku îro li mîtînga Newrozê ya Amedê de hat xwendin, bang li PKK kir ku dest ji şerê çekdarî berde û derkeve derveyî sînorê Tirkiyê.
Rudaw
