• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Cejna Newrozê Bo Me Sembola Berxwedan Û Nû Bûnêye

Gulan Media March 21, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Cejna Newrozê Bo Me Sembola Berxwedan Û Nû Bûnêye
Bi minasebeta hatina Cejna netewî û ser sala nû ya Gelê Kurd birêz Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Gelê Kurd kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta Cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Gelê Kurd û tevahiya wan Gelan dikin ku, ev Cejna han li cem wan Cejneke netewiye.

Newroz bo Gelê Kurd sembola berxwedan û domandina nûbûnêye, lewre di vê minasebeta han de hêvî dikim ku, Gelê me di sala nû de bi tebayî, yekhelwestî û berxwedaniya tevahiya pêkhateyên xwe bi tevahiya kêşe û metirsiyan re rûbirû bibe û li Deverê de ber bi bidest xistina destkeftên zêdetir pêngav bavêje.

Hêvî dikin ku, li Deverê de dawî bi şer û rijandina xwînê were û Gelên Deverê di nava aştî û tebayî de bihevre jiyan bikin.

Di nava wan rojan de Gelê me gelek bi asûdeyî û aramî Cejna xwe pîroz dike lewre pêwîst dizanim ku, destxweşiyên xwe jî pêşkêşî tevahiya xweşik û birayên xwe yên ku, di nava dezgeh û saziyên ewlekarî de erkên xwe cîhbicîh dikin bikim.

Her bi minasebeta Cejna newrozê silav û rêzên xwe jî pêşkêşî malbeta serbilind ya Şehîdan, Enfal kiriyên Gelê Kurd dikim.

Hêviya newrozeke têjî ji xweşî û kameranî bo tevahiya aliyan dixwazin, her şad û serfiraz bin û welat her awedan be.

Mesrûr Barzanî
Top