• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hevserokên BDP’ê û KCD’ê Jî Piştgirîya Peyama Ocelan Kirin

Gulan Media March 21, 2013 Nûçe
Hevserokên BDP’ê û KCD’ê Jî Piştgirîya Peyama Ocelan Kirin
Hevserokên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak jî piştgirî dan peyama Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocelan. Hevserokên KCD’ê Ehmed Turk û Aysel Tugluk jî xwedî li peyama Ocelan derketin.

Piştî xwendina peyama Ebdullah Ocelan di qada Newrozê de, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş diyar kir peyama Ocelanpeyama herî hêzdar û dîrokî ye. Demîrtaş got ew weke BDP’ê piştgirî didin vê peyamê û wiha axivî: “Birêz Ocelandestê biratî û aştiyê direj kiriye. Ji bo ku ev dest li hewayê nemîne çi ji destê me bê em ê bikin. Ez careke din dibêjim aştî bi xêr hatiye van axên ku hezar sal in bi hesreta aştiyê ne. Peyama Ocelandilê me germ kir, êdî divê aştî were.”

Piştî Demîrtaş Kişanak jî axaftinek kir. Kişanak destnîşan kir ji bo ku aştî pêk bê ew ê gelek bixebitin û wiha berdewam kir: “Me gotina xwe îro got. We careke din li vir, li qada Amedê dîrok nivîsand û şahidiya dîrokê kir. Êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Em ji bo aştî û biratiyê amede ne. Ez baş dizanim ku hûn jî amade ne.”
Top