Ocelan Bang Li PKK’ê Kir: Çekan Bêdeng Bikin û Derkevin Derveyî Sînor
Newroza îro ya Amedê li navçeya Baxlarê hate pîrozkirin. Ji milyonekî zêdetir kes tevli Newrozê bûn. Kesên ku tevli Newrozê bûn bi coşeke mezin li benda peyama Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocan bûn. Peyama Ocelan ji aliyê Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyye Onder ve hate xwendin. Buldan peyam bi kurdî xwend, Onder jî bi tirkî xwend. Ocelan di peyama xwe de pêşî Newroza kurdan û ya hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Kurd li hemberî nîjadek şer nakin, li hemberî xizanî, nezanî û koletiyê şer dikin.” Ocelan diyar kir hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn êdi pêvajoyeke nû dest pê dike û wiha axivî: “Êdî pêvajoya têkoşîna çekdarî cihê xwe ji pêvajoya siyasî re dihêle. Em êdî hatin dema axaftinê û em dibêjin bila çek bêdeng bin û fikr û raman biaxivin. Paradîgmaya ku gelan înkar dike êdî bi dawî bû. Ez dibêjim êdi pêvajoyeke nû dest pê dike. Divê êdî hêzên me yên çekdar derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Ez di wê baweriyê de me ku kesên ku ji vê dozê bawer dikin dê guh bidin vê banga min. Derketina li derveyî sînoran ne bidawîkirina têkoşînê ye, berovajî ev destpêka têkonîşeneke nû ye.”
Parlamentara Îdirê Pervîn Buldan peyama Ocelan bi kurdî xwend lê ji ber ku kurdiya Buldan gelek xirab bû, hin rojnamevanan nikarî peyamê wergerê tirkî an jî zimanên din bikin. Ajansa News a Amedê jî xwest peyam li ser twîtterê wergerê tirkî bike. Lê wergêran ji ber kurdiya Buldan gelek zehmetî kişand û di ser twîtterê de wiha bertek nîşanê Buldanê dan: “Ev peyam ji bo kurdan dîrokî ye lê ji ber ku bi kurdiya herî xirab a dîrokê tê xwendin, em nikarin werger bikin.”
