• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hewlêr Bi Govenda Xwe ya Herî Dirêj Dikeve Ensklopêdiya Gêns

Gulan Media March 19, 2013 Nûçe
Hewlêr Bi Govenda Xwe ya Herî Dirêj Dikeve Ensklopêdiya Gêns
Di roja nihemîn ya festivala Hewlêr de, îro vê êvarê li demjimêr pênc, mezintirîn govend li ser asta cîhanê li dewrûberê Qelaya Hewlêr tê sazkirin. Bi vê govendê, tê çaverêkirin kû Hewlêr pîvana cîhanê tomar bike û navê wê bikevê pirtûka Gêns de.


Malpea fermiya parêzgeha Hewlêr belav kiriye, kû ev govend dê bi amdebûna parêzgarê Hewlêr Newzad Hadî, serokê komîteya festivala Hewlêr Tahir Abdula, wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê û çendîn berpirsên hukûmî û partî, rêxistinên civaka Sivîl, kunsulên welatên cîhanê li Hewlêr were girtin.

Herweha niha li dema amadekirina vê nûçeyê li ser çendîn kenalên esmanî yên herêma Kurdistanî û biyanî bi şêweyekî zindî pexşa vê bûyera dîrokî dikin.

Li gorî zaniyariyan bo vê govendê şeş hezar û 500 kes, bi amadebûna 32 dahol û zurne beşdariyê di vê dîlanê de dikin. Di heman demê de, hijmareyek ji hunermendên herêmê û Hewlêr beşdariyê di vê govendê de dikin.

Weha tê çavrêkirin kû, bi sazdana mezintirîn guvenda Cîhanê ji nava çarçoveya Festîvala Hewlêr, navê Hewlêr bikeve enskilopediya Gêns bo pîvaniyên Cîhanî.
Top