• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi Amadebûna Serok Barzanî Kongreya Zanîngehên Erebî Destpê Kir

Gulan Media March 19, 2013 Nûçe
Bi Amadebûna Serok Barzanî Kongreya Zanîngehên Erebî Destpê Kir
Evro li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo yekemîn car kongreya Zanîngehên Erebî destpê kir.

Di vê kongreya han de nêzî 120 Zanîngehên curbicur yên 22 welatên Erebî beşdarin hevdem Serokên Çendîn Zanîngehên Cîhanî jî beşdariya vê kongreya han kirine.

Hêjayê gotinêye ku, ev 46mîn kongreya Zanîngehên Erebiye û yekemîn kongreya wane ku, li Hewlêrê tê sazkirin.

Biryare piştî vê kongreya han bi qasî salekî Zanîngeha Selahedînê Serokatiya Zanîngehên Erebî bike.
Top